La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Deyimler Sözlüğü - Ferhenga Biwêjan


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 720
Traduction : ISBN : 975-6282-37-1
Langue : Turc, KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Tr. Ku.Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Deyimler Sözlüğü - Ferhenga Biwêjan

Versions:

Deyimler sözlüğü - Ferhenga biwêjan

A

A diyeyim sana yağın bulaşsın bana:
Belki peşka te li me jî bikeve. Heska xwe biavêjim te gene peşka te were min. (Ez altaxiya te bikim ku tu min biparêzî û li min miqate bibî.)
A köse sayılmadık kaç tel sakalın var?:
Min tu li ser darê jî dîtiyî di bin darê de jî. (Wekî ku em te nas nakin, tu kirinên xwe pir mezin dikî û pir pesnê xwe didî.)
A'dan z'ye kadar:
Ji seri heta dawî. Ji seri heta bini. Bi tevayî.
Âb olmak:
Avî çûn. Hawî çûn. Winda bûn.
Âb'a düşmek:
Bi avê de çûn. Li haşê çûn. Di avê re çûn.
Aba altından sopa (değnek) göstermek:
Ji bin ve ehd lê xwendin. Devê (yekî) xweş bûn lê diranê (wî) di gewriya (wî) de bûn. Doqik ji bin eba derxistin. (bi dev û helwesteke xweş û nerm ew tirsandin, gef lê xwarin)
Abacı kebeci ya sen neci:
1) Çi yê te jê ye? Çi işê te pê ketiye? 2) Nedîtî çima dibêjî heft û nîv. Tu nizanî mala dawetê li ku ye radikî kevçiyê xwe.
.....


Pêşek

Wek tê zanîn, her ziman xwedî hin taybetî û xweseriyan e. A her ziman bi van taybetmendiyan, ango bi qalib, şayes (teswîr), biwêj û riyên vegotinê; xweseriya xwe derdixe rastê û tehm û çêjeke cuda dide xwe. Em, bikarhêner jî bi van yekan ditehmijin. Ji bo ku em karibin xwe bigihînin vê çêj û tehmê, divê ku haya me ji van taybetiyan hebe. Ji van taybetiyan yek jî biwêj in.

Biwêj xemla zimên in. Mirov nikare bihizire ku zimanek hebe û bêbiwêj be. Di her zimanî de biwêj hene û bi saya wan ziman xurt dibe, rengîn û zengîn dibe. Bikarhênerê zimên, bi alikariya van biwêjan, a dilê xwe hîn hêsantir û hîn xweştir derdibe. Kesê guhdar an jî yê xwîner bi saya qod û qalibên zimên ji mebest û alazê, ji mexsed û armancê tê digihîje. Bi gotina kurt, ew karê têgihîştinê siviktir dikin.

Ji ber ku biwêj girîng in, lewma gencîneya peyvan a zimanekî tevî wan tê hejmartin û hesibandin. Îcar ku em der barê zimanê xwe de biramin û bibêjin ku zimanê kurdî zimanekî dewlemend ê biwêjî ye, gelo em dê zêde pirole û mezin bikin?! Bi ya min na, jixwe di zimanê me de rêjeya lêkerên biwêjî jî gelek e.

Digel ku zimanê me ji aliyê biwêjan ve jî zengîn e, lê mixabin ku em kurd ên xwende, yên ku bi zimanekî din xwendine, bi qasî nexwendiyan em nikarin hem baş bi zimanê xwe bidin û bistînin û hem jî xemla zimanê xwe biwêjan bi kar binin. Kesên ku bi zimanê tirkî hatine hêvotin û perwerdekirin, kesên ku ji dibistanên zimanê tirkî rabûne, çi heyf ku bi piranî zimanê wan ê fikirîn û hizirînê, tirkî ye. Dema dixwazin bi kurdî biramin û binivîsin jî, pêşî serî li tirkî didin û paşê bi kurdî dibêjin an jî dinivîsin. Gava wisan dikin jî gotin, galib, şayes, biwêj û hwd. ên tirkî peyv bi peyv werdigerînin kurdî. Li encamê, kesên ku ancax bi tirkî dizanin, tê digihîjin bê gotinbêj an jî nivîskar çi gotiye.

Ji bo ku em ji vê rewşê rizgar bibin, bi rastî hewcetî bi xebateke ferhenga biwêjan a bi du zimanî, ango bi tirkî-kurdî, kurdî-tirkî heye. Ev e, ev ferhenga li ber destê we, ferhenga biwêjan a bi tirkî-kurdî ye. Ev berhem bi kêrî her kesî tê. Her kesê ku bixwaze biwêja kurdî di cih de bi kar bine, bixwaze berginda biwêja tirkî ya kurdî hîn bibe, bixwaze ku mesaja wî, mebest û alaza wî rasterast bigihîje cihê xwe, bigihîje armanca xwe, berhemeke wiha ji wan re hewce û pêwîst e.

Birêz Dilawer Zeraq, di encama xebata bi salan de berhemeke hêja amade kir û gihand ber destê me. Piştî xebatên ji bo amadekirina weşanê berhem hate ser bi serê. Em wek sazî spasiyên xwe hem pêşkêşî amadekarê vê berhemê Dilawer Zeraq û hem jî kesên ku keda wan tevî amadehiyên ji bo karên edîtorî û çapkirinê bûne, dikin. Bi çapkirin û weşandina ve berhemê, em diramin ku em hewcedariyekê dabîn û biter dikin. Her wiha em dawî li kêmasiyeke xwe jî tînin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê


PÊŞGOTIN

Kurdî û tirkî; du zimanên ku ji sedan salan bi vir de ye cîranên hev in. Du zimanên ku ji ber mudaxele û desttêwerdanên cur bi cur, heta niha nêzî hev nebûne. Du zimanên ku ji danûstendinên xwezayî û mirovane bêpar mane...

Kurdî û tirkî; du cîranên ku hev nas nekirine û ji hev fêm nekirine...

Helbet zimanên ku di jiyana rojane de mirov bi wan dipeyivin, zindî dimînin û di warên dibistan, wêje, ragihandin û hwd. de jî pêş ve diçin; dibin xwedî hin taybetiyan û hest û ramanên civakê pê tên derbirin. Zimanên ku di van qonaxan re derbas bûne, ji mirin û tunebûnê xelas bûne, têkiliya wan bi zimanên din re çêbûye û bi destkariyên erênî re, bandor li hev kirine û ev têkilî xurt bûye.

Der heqê biwêjan de:

Biwêj hêman û dînamîkên herî girîng û bibandor ên zimanekî ne. Ji bo diyarkirin û têgihîştandina têgihan, bi mantiq û qalibên arizî yên wî zimanî hatine dîtin û afirandin. Ji aliyê wate, wesf û çawaniyê ve xweserî xwe ne; zêdetir ne di wateya ku pêşî tê fêmkirin, di wateyeke din de tên bikaranîn. Derfetên vegotinê yên cur bi cur ên zimanekî di nav biwêjan de bi hostetî hatine bicihkirin. Wateyên kûr û fireh, bi riya biwêjan di nav hevok û komên peyvan de hatine derbirin.

Mantiq û qalibên zimanekî, di biwêjên wî de xweştir tên xuyakirin û fêmkirin. Digel vê yekê jî, qalib û çarçoveyeke diyarkirî ya biwêjan tune ye; car caran bêjeyek bi serê xwe dibe biwêj, car caran du bêje û car caran jî hevokek dibe biwêjek. Ji ber vê yekê, ji bo ku du ziman (di bikaranîna gelek waran de) ji hev neêşin, têkilî û danûstendinên di navbera wan de bi awayekî rast, erênî û karîger pêk bê, divê biwêja zimanekî (çi bi awayê biwêjî, çi jî bi awayê raveyî) gihîştibe bergîdana xwe ya di zimanê din de.

Di amadekirina vê ferhengê de, bi qasî wateyên wan, tiştê girîng ew bû ku divê bihata zanîn biwêjek bi çi rengi û di kîjan rewşan de tê bikaranîn. Ev yek ji bo min pirs(girêk)a sereke bû ku divê min çareser bikira. Her ku ez pê de diçûm ev rewş derdiket pêşberî min;

1) Di bin biwêjan de mantiqa her du zimanan hema bêje bi temamî wekî hev bûn. Wekî nimûne: Di zimanê tirkî de biwêja, "Benden uzak olsun da Mısıra sultan olsun." Bergîdana wê di zimanê kurdî de bi biwêjên, "Bila dûr be bila bi nûr be. Dûro bi nûro." dihat gotin.

2) Di hin biwêjan de wate û mantiqa her du zimanan nêzî hev bûn û gelek biwêj bi heman gotinan dihatin gotin. Wekî nimûne: Di zimanê tirkî de biwêja, "İki ayağını bir pabuca sokmak." Bergîdana wê di zimanê kurdî de bi biwêja, "Her du piyên (yekî) kirin fereke solê." Dîsan di zimanê tirkî de "Bıyık altından gülmek", di kurdî de wekî, "Di bin simbêlan de kenîn." dihat gotin.

3) Di bin biwêjan de bi tenê peyvek ji gotinê diguherî. Wekî nimûne: Di zimanê tirkî de biwêja, "Adam oluncaya kadar dokuz fırın ekmek yemek" bergîdana wê di zimanê kurdî de bi biwêjên, "Heft teşt (tenûr) nan xwarin. Heft teşt nan û heft bar xwê xwarin" dihat gotin.

Her wiha, ji ber taybetiyên binyadî û strukturel ên biwêjan, dibe ku bergîdana biwêjekê di zimanê din de wekî biwêjek tune be. Helbet mirov an bi riya raveyê, yan jî bi riya şayesê ji wê biwêjê têdigihîje. Di vê ferhengê de jî komek biwêjên bi tirkî hebûn ku di zimanê kurdî de bergîdana wan a biwêjî tune bû (an jî min nekarî peyde bikira), min ew rave kirin û şayesandin. Wekî din jî komek biwêj hebûn ku ji aliyê wate û bikaranînê ve nêzî wan li ber destên min bûn, min ew digel rave yan ji şayesa wan, di nav kevanê de nivîsîn.

Biwêj jî wekî peyvan di nav demê de li gorî hewcedariyên jiyanê, cihê xwe ji qalibên nû re dihêlin. Yanê gelek biwêj hene ku di roja îroyîn de nayên bikaranîn û wekî dewlemendiyekê cihê xwe di ferhengan de girtine.

Ev ferheng encama xebata berhevkariya neh salan e û bi temamî ji biwêjên zaravayê kurmancî pêk tê. Ji ber ku hin biwêjên bi tirkî hebûn ku min bergîdana wan a bi kurdî peyde nekir, ji bêgaviyê, yan min bergîdana wan a kurdî yên argo li ber wan nivîsî, yan jî min ew rave û şîrove kirin. Û ji bilî çend biwêjên ku bi ya min bi awayekî xerabûyî dihatin gotin û bilêvkirin, min biwêj hemû wekî ku tên gotin nivîsîn û redakte nekirin.

Helbet hejmara biwêjên kurdî ne ev qas e; belkî bi hezaran biwêjên kurdî hene ku hê nehatine berhevkirin. Hêvîdar im ku wê ev ferheng ji bo xebat û lêkolînên berfirehtir ku heye ku li dahatûyê bên kirin, bibe destpêkek.

Bi dehan salan gelek neheqî li zimanê kurdî hatiye kirin. Gelek mirovên kurd heta tu bêjî bes, para xwe ji asimile û bişaftinê girtine û hejmara wan jî ne hindik e. Ev ferheng xebateke çavkaniyê ye, ji bo kurdên ku hatine bişaftin û dixwazin di ser zimanê tirkî re hînî zimanê xwe bibin, ji bo kurdên ku biwêjên bi tirkî dizanin, lê yên bi kurdî nizanin û ji bo xebatên wergerê.

Min divê ez diyar bikim ku amadekirina ferhenga biwêjên her du zimanên ku rewş wisan li wan qewimiye, bi tena serê xwe karekî gelekî dijwar û têr pirsgirêk e; û ne têr û têkûz e. Belki jî di warê xwe de seretayî ye û wekî her xebata yekem jî xwedî kêmasiyan e.

Kesên ku kêmasî, yan ji şaşîtiyên ferhengê dîtin, an jî xwestin bi biwêjan wan kêmasiyan temam bikin, ji kerema xwe re bila agahiyekê bidin li e-maila ku li jêr hatiye nivîsandin.

Malavayî:

Ked û dana komek kurdên kurdîaxêv û nivîskarên kurdî di amadekirina vê ferhengê de çêbû. Ez spasiya xwe li Ayhan Meretowar; Aynur Ülgen, Berken Bereh, Cihan Roj, Çiya Mazî, Dilfikar Döğer; Evdirehman Bedir; Hilmi Akyol, İrfan Amîda, Lal Laleş, Mem Bawer, Mem Mîrxan, Serpil Tantekin, Sîdar Jîr, Qedrî Dersilavî, Yaqob Tilermenî û Zeyneb Yaş, dikim ku hemûyan jî alîkariya xwe ji min texsîr nekir.

Dilawer Zeraq
dilawerzeraq@hotmail.com


ÖNSÖZ

Türkçe ve Kürtçe; yüzyıllardan beridir yan yana yaşayan, komşu iki dil. Çeşitli müdahalelerden dolayı birbirine yakınlaşamamış, doğal ve insanî iletişim, etkileşim ve alışverişlerden yoksun kalmış iki dil...

Türkçe ve Kürtçe; henüz birbirini tanıyamamış ve anlayamamış ve bu yüzden, yüzyıllarca ilişkisizliği ilişki diye benimsemiş iki dil...

Diller günlük yaşamda kullanıldığı ölçüde canlı kalır, gelişir ve okul, iletişim ve edebiyat alanlarında ifadesini tam olarak bulur. Toplumun duygu ve düşüncesini yansıtan özellikler kazanır. Doğal bir şekilde ve olumsuz müdahaleler olmadan bu süreçlerden geçen diller, diğer dillerle olan ilişkisini daha sağlıklı kurar.

Deyimler hakkında:

Deyimler bir dilin en etkin ve en önemli dinamiklerindendir. Bulunduğu dilin kendine özgü kavramlarını belirtmek için ustaca bulunmuş özel anlatım kalıplarıdır. Anlam ve nitelik açısından özgün bir yapıya sahiptirler; büyük çoğunluğu kendi anlamından başka anlamlarda kullanılan kelime guruplarıdır. Dilin türlü olanakları, çeşitli söz ve anlam sanatları, bu sözlerin yapı taşlarını oluşturur. Deyimlerde, sözcük öbekleri içine derin anlamlar sığdırılmıştır.

Bir dilin mantığı o dile ait deyimlerde daha iyi anlaşılmaktadır. Bununla beraber, deyimler belirli kalıp ve çerçeveye sığdırılamamaktadır; bazen bir kelime, bazen iki kelime bazen de bir cümle deyim olabilmektedir. Bu yüzden, söz konusu iki dilin çeşitli kullanım alanlarında birbirleriyle sağlıklı ilişkiye girebilmesi, doğru ve etkin kullanımının olabilmesi için, bir dildekî deyimin diğer dildeki deyimsel karşılığını bulmuş olması gerekir.

Bu sözlükte deyimsel anlamları tam verebilmek için Kürtçe'nin bazı argo deyimleri karşılık olarak yazılmıştır. Bununla beraber, Kürtçe deyimler bu sözlüktekilerle sınırlı değildir. Türkçe deyimlerin karşılığı olmayan binlerce Kürtçe deyim bu sözlükte yer almamıştır.

Bu sözlük, yıllarca süren asimilasyon uygulamasında Kürt dilini tamamen unutmuş fakat Türkçe üzerinden öğrenmek isteyen ya da Türkçe'de bildiği deyimlerin Kürtçe'deki karşılıklarını bilmeyen kişiler ve çeviri çalışmaları için bir kaynak çalışmasıdır.

Şunu belirtmek isterim ki, yüzyıllarca anlamsız ve olumsuz müdahalelerden dolayı birbirini tanıyamamış iki dilin deyimler sözlüğünü hazırlamak, oldukça zor bir iş; bu yüzden de asla tam ve yeterli değil. Kendi alanında bir ilktir ve her ilk çalışma gibi eksik ve yanlışları olma olasılığı olan bir çalışmadır.

Teşekkür:

Bu sözlüğün oluşmasında, Kürtçe'nin değerli kalemleri ve günlük yaşamında Kürtçe konuşan, Ayhan Meretowar, Aynur Ülgen, Berken Bereh, Cîhan Roj, Çiya Mazî, Dilfikar Döğer; Evdirehman Bedir; Hilmî Akyol, İrfan Amîda, Lal Laleş, Mem Bawer; Mem Mîrxan, Serpil Tantekin, Sîdar Jîr; Qedrî Dersilavî, Yaşar Başûr; Yaqob Tilermenî ve Zeyneb Yaş, yardımlarını esirgememişlerdir; emek ve katkılarından dolayı teşekkür ederim.

Dilawer Zeraq

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues