La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Kurdî-Tirkî


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 2132
Traduction : ISBN : 975-6282-18-5
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x235 mm
Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Kurdî-Tirkî

Versions:

Ferhenga Kurdî - Tirkî

Fîlozofê mezin Ehmedê Xanî berî 300 salan wiha gotibû: "Safi şemirand, vexwarî durdî / manendê durê lîsanê Kurdî / înaye nîzam û întizamê / kêşaye cefa ji boyê amê / da xelq nebêjitin ku Ekrad /bêmerîfet in, bêesl û binyad." Wî, çawan ku pirsgirêkên Kurdan hê wê demê dîtibû wisan jî girîngiya zimên dîtibû. Ji ber vê yekê serê xwe ji bo zimên êşandibû. Boneya ku zarokên Kurdan bi ilm û îrfanê, kurdî fêr bibin bi navê Nûbarê bingeha ferhenga kurdî danîbû. Ehmedê Xanî zanibû ku hêmanên nasîna neteweyekê yek jî ziman e û yê bingehîn e. Ziman nasnameya neteweyan e. Berî her tiştî netewe bi zimanê xwe tên nasîn. Bêyî ziman, netewe taybetiyên xwe yen bingehîn winda dikin û nayên nasîn.

Heyîna gotin û peyvên neteweyekê gencîna wî ya zimên e. Ferheng îfadeya vê gencînê ye. Zimanên negihîştine asta nivîskî, di bin bandora ziman û çandên serdest de roj bi roj ji heyîna xwe tiştek winda dikin, qels dibin û dihelin. Zimanê neteweyên xwedî ferheng nikarin bên înkarkirin. Ferheng, çavkaniya gotin û peyvên zimanê nivîskî yê razber e. Wekî çand, huner, wêje û hwd. gava tî dibin ji kaniya ferhengê pêdiviyên xwe pêk tînin; geş û fireh dibin.

Ew kesên ku di seri de dest avêtine karê ferhengê ev rastî û girîngiya wê dîtine. Loma jî îro ferhengnasî wek zanisteke serbixwe, xwe daye pejirandin. Her netewe û gelên ku ev pêwistî dîtine ji bo ferhengçêkirinê sazî ava kirine, xebat dane meşandin û li ser vê xebatê hûr û kûr bûne.

Îro zimanê Kurdî di bin mercên dijwar de xwe diparêze. Li ser zimên çi qas qedexe, çewisandin û dijwariyên din hene, tên zanîn. Ligel pirbûna zaravan û devokan, zimanê Kurdî di nav aloziyekê de ye. Ev şert û merc nahêlin ziman bi peş ve biçe, bibe zimanekî hevgirtî û yekgirtî. Pêwîstî bi berhemên wisan heye ku xizmeta hevgirtin û yekgirtina zimanê Kurdî bike. Yek ji van berheman jî ferheng e.

Ji ber mercên ku Kurd tê de dijîn, loma jî di qada ferhengê de mixabin em dereng mabûn. Diviya bû ku Kurdan di her qadê de hewl û hêz bidana xwe ku astengên dijwar û kambax ji holê rakirina û riya xwe vekirina. Bi rastî Kurdên ku di vê qadê de dixebitin, ji van astengên han ên dijwar gelek ji ber xwe rakirin û berhemên hêja afirandin. Em ji afirendêrên van berheman re spasdar in.

Enstîtuya kurdî ya Stenbolê piştî çapkirina Ferhenga tirkî - kurdî, amadekirina Ferhenga kurdî - tirkî hilda programa xwe. Ji bo pêkanîna vê xebatê bi her awayî piştgiriya Zana Farqînî kir. Ev ferhenga di destê we de bi piştgiriya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê û bi keda Zana Farqînî derketiye holê. Em ji Zana Farqînî re dibêjin mala te ava û dest û pêçiyên te ter bin.
Îro em bi mîzgînî dibêjin ferhenga kurdî - tirkî ya mezin va ye di destê we bikarhêneran de ye. Em bawer in ku her Kurdek ji ber vê ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê şanaz û serbilind e.

Ji sedemên ku me di ferhenga yekem de diyar kiribû, ferhenga tirkî - kurdî derket. Lê ya herî girîng ferhenga kurdî - tirkî bû. Ev qada vala, diviyabû ku bê tijekirin. Bi vê ferhengê, ev valayî ji holê rabû.

Di vê ferhengê de heyîna gotin û peyvan, hêza zimanê kurdî dide ber çavan. Civak çawan li jiyanê û li dinyayê dinihêre, nirx û toreyê wê çi ne, çawan xwe radigihîne hev; keser, êş, coş û kêfxweşiyên wê çi ne, radixe holê. Ji bilî peyvan, wek nimûne bi deh hezaran biwêj di vê ferhengê de cih girtine. Di heman demê de peyv û têgînên nû yên ku hewcedariya me bi wan hebûn, dîsan di ferhengê de em rastî wan tên ku bi piranî ji zarava Kurmanciya jêr (Soranî) hatine girtin. Bi vê yekê zaravayên Kurdî nêzî hev dibin û termînolojiyeke hevgirtî çêdibe. Ev yek herêman radigihîne hev, ji hev agahdar dike lê ranaweste; riya çand, huner û wêjeya nûjen vedike. Ev vejîna zimên e. Ziman vejîna giyan û nasnameya gel e.

Peyvên ku di ferhengê de cih girtine, her yek ji wan di nava jiyana me de bi serê xwe bûn. Hinek jî di quncên tarî de hatibûn jibîrkirin, belkî di demeke dirêj de winda bibûna. Le bi lêkolîn, berhevkirin û xebatên bi vi rengi hatin cem hev, kom bûn û li ser kaxiz bûn ferheng. Ji wan hêza zimên derket holê. Heke ev hêz, ligel vê ferhengê bikeve zimanê nivîskî û yê rojane dê rist û xizmeteke mezin bine cih. Ew peywira me tevan e.

Beri vê ferhengê hinek ferhengên kurdî - tirkî hatibûn amadekirin. Lê ev ferheng ji wan hemû ferhengan mezintir, dorfirehtir û dewlementir e. Di seri de Kurd, her kesên ku bixwazin kurdî hîn bibin, jê sûd wergirin û sînorê hêza zimanê kurdî binasin, ji bo wan çavkaniyeke bingehîn e.

Kedeke hêja di nav her peyveke vê ferhengê de heye. Em dikarin bi dilrihetî bibêjin ku ji lêkolîn û berhevkirina peyvan, ji xebata amadekirinê heta serastkirina wê metoda zanistî pêk hatiye.

Pêşiyê ferhengdanerê Kurdan Ehmedê Xanî ye. Bi amadekirina vê ferhengê em bawer in ku Ehmedê Xanî di gora xwe de, dê bêhtir bihizûr be.

Di her berhemên zanistî de jî kêmasî çêdibin. Em ji nirxandin û rexneyan re vekirî ne. Heke bikarhênerên ferhengê kêmasî û şaşiyên wê bibînin, daxwaza me ew e ku rexneyên xwe ji Enstîtuya kurdî ya Stenbolê re bi nivîskî bişînin. Dîtin û rexneyên we ji bo çap û xebatên din dê alîkar bin û hêz bidin me.

Estîtuya kurdî ya Stenbolê bi vê baweriyê xebatên xwe kûr dike. Armanca me ew e ku em piştî vê xebatê, ferhenga kurdî - kurdî, ferhenga zaravayên kurdî; di serî de jî ferhenga kurmanckî (zazakî) - kurmancî, ferhenga biwêjan, ferhenga riwekan amade bikin. Ev xebatên dûvedirêj in, ji bo wan sebr û aram divê. Lê berî her tiştî alîkarî û piştgiriya we divê.

Heta ev xebat hate ber destê we pir astengî û dijwarî hatin kişandin. Hûn dizanin ku ji bo Kurdan kîjan sazî û kes hewl bide xwe ku tiştek bike, di seri de pêşiya wan tê girtin. Ev yek bi serê me de jî hat.

Di dema sererastkirin, rûpelsazî û çapkirina ferhengê de, pir kesan ked dan û ketin nav hewleke hêja. Ji bo vê yekê ji hemiyan re em spas dikin. Ji bo rûpelsazî ji Aysel Çetin, ji bo serastkirinê ji Kerem Soylu û Yaşar Eroğlu, ji bo piştgiriya diravî ji birêz Feridun Çelik, ji birêz Mehmet Can Tekin, ji birêz Remzi Azizoğlu, ji birêz Hüseyin Kalkan, ji birêz Cabbar Leygara û ji birêz Cezayir Serin re em spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Her wiha ji ber piştevaniyê em spasiya Serekkonsolosiya Holandayê ya Stenbolê jî dikin.

Ji aliyê programa Matra Kap a Serekkonsolosiya Holandayê ve piştgiriya vê ferhengê hatiye kirin.

Em bi dilşadî û bextewarî, ferhenga kurdî - tirkî diyarî gelê kurd dikin.

Enstîtuya kurdî ya Stenbolê


Pêşgotin

Piştî xebateke dûr û dirêj ew çend jî dijwar, min ev xebata xwe ya ferhenga kurdî - tirkî jî bire serî. Ji ber vê yekê ez pir şad im. Çimkî, piştî amadekirina ferhenga tirkî - kurdî, îcar bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re me amadekirina ferhenga Kurdî - Tirkî wek armanc danîbû ber xwe. Ev e, em gihîştin vê mebest û armanca xwe, ji lew re jî ez bi temamkirina vê ferhengê, gelek şad û bextewer im.

Bi rastî kare çêkirina ferhengan pir zor e. Îcar zorahiya vî karî li aliyê din, lomeyên wê jî zehf in. Tu çi bikî, tu nikarî dile her kesî xweş bikî. Bi vê zanebûnê, min xwe li vî karî qirase kir. Biryara serketîbûn an jî serneketîbûna vê xebatê, ez ji kesê pisporê vî karî re     dihêlim, teqdîr a wan e.

Beriya her tiştî ev ferhengeke du zimanî ye. Bi gotineke din, ferhenga Kurdî - Tirkî ye. Ev, taybetiya vê . ferhengê ye û bi vê azînê hatiye çêkirin. Heta ji dest min hatiye, ez le xebitîme ku li hemberî peyvên Kurdî ligel hemû wateyên wan û bi awayekî rast, Tirkiya wan deynim. Bi vê yekê jî min qîma xwe neanî, min berdewamiyên peyvên Kurdî jî nivîsandin û bergindên wan en Tirkî jî dan. Ji bo ku peyv baş bên têgihîştin û mijar ronî bibin, min hevokên nimûneyî jî dan.

Ev ferhenga li ber dest, encama kedeke xebata bi salan e. Her çendî piştî derketina ferhenga Tirkî - Kurdî, ku di Pûşpera 2000'î de derket, min dest bi xebata amadekirina vê ferhengê kiribe jî, kar û barên ji bo çêkirina vê ferhengê, hê pir ji berê ve ye.

Bi kurtasî, di encama lêkolîn û lêgerînên men ên ku bi salan ajotin û di dawiya xebata çar salan de ev ferheng ji çapkirinê re amade bû. Çar salên bi şev û roj û neşikandî.

Min divê ku ez hinek der barê naveroka ferhengê de jî tiştinan bibêjim. Di ferhengê de 131 hezar û 266 peyvên Kurdî û 35 hezar jî berdewamiya van peyvan cih digirin. Ev 35 hezarê hanê jî, dewama serê madeyê ne, ku ji lêkerên alîkar, biwêj û hwd. pêk tên. Li aliyê din, dixwazim bidim xuyakirin ku, nêzî 6 hezar pevy û bêje jî li ber destê min man û min ew di ferhengê de bi kar neanîn. Sedem jî ev bû, ji ber ku min başebaş mane û wateyên wan nizanibû, loma min dest neda wan.

Li aliyê din, divê be gotin ku, kapasîteya zimanê Kurdî ne ev e. Jixwe angaşt ango îdiayeke me ya wisan tune ku em bibêjin hemû peyvên zimanê me di vê ferhengê de bi cih bûne. Heta ku di rewşên bikeys û azad de, lêkolîn û vekolînên berhemên me yên nivîskî, berhevkirina zargotina me û lêgerînên qadî û meydanî çênebin, gencîneya zimanê me tam dernakeve rastê. Bi awayekî giştî, bi hêsanî em dikarin bibêjin ku em hîna ji kirina van xebatan bêpar in. Ji ber ku di van waran de pir kem xebat hatine kirin. A di van mercên giran de, me karî ew qas peyv berhev bikin û di ferhengê de bi cih bikin.

Lê belê, ji ber kêmbûna xebatên li ser van waran, ku me li jor ji wan behs kir, heta ji me hatiye û derfetên me dest dane, em lê xebitîne ku em hinek kêmasiyên xwe kêmtir bikin. Hem beriya dema amadekirina ferhenga Tirkî - Kurdî û hem jî di dema ferhenga Kurdî -Tirkî de min bi xwe, gelek berhemên nivîskî, bêyî ku ez li cureyên wan binêrim, tev dane, vekolandine û min ji wan peyv û biwêj berhev kirine. Vekolîn   lêgerînên min en der barê berhevkirina peyvan de, ku ji ber vê yekê navê 'nêçîrvanê peyvan' li min hatiye danîn, heta destpêka salên 1980'î diçin.

Ji ber ku ez van her du ferhengan ango xebata xwe ya pêşîn Ferhenga Tirkî - Kurdî û Ferhenga xwe ya dawî Kurdî - Tirkî, ne ji hev cihê lê belê wan wek berdewamiya hev dibînim. Jixwe bêyî ku navber bikeve nav wan, min ev xebat pêk anîne. Loma jî der barê awayê berhevkirin û lêkolîna li ser çavkaniyan, jixwe min bi awayekî berfireh û aşkera di ferhenga xwe ya Tirkî - Kurdî de, dabû xuyakirin. Bi kurtasî berhemên ku min ji wan sûd wergirtine, yeko yeko ne gengaz e ku ez li vir navên wan tevan aşkera bikim. Lê, berhemên ku diviya wek çavkanî me ew hildane dest, jixwe di beşa çavkaniyan de hatine diyarkirin.

Di warê rastnivîsa hin peyvên Kurdî de astengiyên me çêbûn. Wek tê zanîn, di warê rastnivîsê de zimanê me yê nivîskî hîna tam baş rûneniştiye. Bandora zimanê devkî, ku herêm herêm xwedî cudahiyan e û aşkera ye ku pîvaneyeke hevgirtî di zimanê dev de tune ye, li ser zimanê me yê nivîskî heye. Ji ber vê yekê, em neçar man ku em cih bidin hemû awayên peyvê. Lê belê, digel vê yekê, me ji nav wan şêweyan hebek bijart ku bi piranî di zimanê me yê nivîskî de êdî cihê xwe girtiye. Bi kurtebêjeya bnr me berê bikarhênerên ferhengê da şêweya peyvê ya hilbijartî. Gava me ev yek kir jî, me rêbazên zimannasiyê ji xwe re hîm û rêber girtin. Nemaze ew peyvên hevedudanî û yên ku di wan de guherîna dengan çêbûne, ji aliyê peyvnasî û şêwenasiyê ve hatine vekolandin û awayên wan ên rast hatine tercîhkirin.

Piştî daxuyandina van gotinan, li ser navê ferhengê jî hewce ye ku ez çend gotinan bibêjim. Her çi qas navê ferhengê, ferhenga Kurdî - Tirkî ye jî, le ya rast di şûna Kurmancî de, me peyva Kurdî tercih kir. Ji ber ku piraniya Kurdan bi zaravayê Kurmancî diaxivin û di şûna Kurmancî de bikaranîna peyva Kurdî bi taybetî di warê ferhengan de bûye kevneşopeke jêneger.

Ev peyvên ku di vê ferhengê de cih girtine, peyvên zaravayê Kurdî yê herî mezin ên Kurmancî ne. Loma ev ferheng di rastiya xwe de, ferhenga Kurmancî - Tirkî ye. Ev yek wiha bê zanîn dê baş be. Lê belê divê ku ez tiştekî aşkera bikim. Nemaze di van deh-pazdeh salên dawî de, gelek peyvên zaravayên Kurmanciya naverast (Soranî) ketin nav Kurmanciya nivîskî, ku pêwîstî bi wan peyvên nû hebûn. Bi taybetî wek peyvên zanistî, rêveberî, hiqûqî, siyasî, wêjeyî û hwd. Me di vê xebata xwe de cih da wan peyvan jî. Lê hewce bi dubarekirinê heye, ev ferheng, ferhenga zaravayê Kurmancî ye.

Malavayî

Di heng û heyama amadekirina vê ferhengê de, gelek kesan peyvên ku ji herêmên xwe berhev kirine, ji min re şandin. Dixwazim navên wan kesan bidim xuyakirin û spasiyên xwe pêşkêşî wan bikim:

Xemgîn / Zara, Yücel Atalay / Îdir, Seyda Goyan / Şirnex, A. Vahap Karaaslan, Mehmet Kömür / Elbistan, Evdile Koçer / Dihê, Ehmedê Neco / Mêrdîn, Mazlum Dogan / Elbistan, Besa Mala Hesenê Kale / Elbistan, Aqîde Arslan, Cebbar Bariş/Şerwan û Mele Nûriyê Hesarî / Qamişlo.

Her wiha spas ji bo Kerem Soylu, ku ferhenga Ali Seydo Gewranî ya bi navê 'Ferhenga Kurdî Nûjen' ku bi Kurdî - Erebî ye û xebata Ezîz Reşit Akreyî ya bi navê 'Rêbera Sê Zimanî' ku bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî ye, ji bo min vekolandin û peyv ji wan deranîn. Dîsa spasiya Şefik Beyaz dikim, ku xebata xwe ya ferhenga Kurdî – Tirkî da min da ku ez jê sûd û havil bigirim.
Li aliyê din, min dive ez spasiya wan hevalên xwe bikim ku em bi hev re di desteya rêveberiya Enstîtuyê de bûn û me bi hev re biryara amadekirina vê ferhengê dabû. Di seri de rehmetî Feqî Huseyn Sağnıç, Hasan Kaya, Kerem Soylu, Mülazım Özcan û Eşref Doğaner, ji bo we tevan dibêjim mala we ava.

Wekî din, min dive ez spasiya hin dost û hevalên xwe yên hêja bikim ku hem ji alî darayî û hem jî, ji aliye manevi ve tim ji min re bûn alîkar. H. Mem, H. Başer, İbrahim Gürbüz, Mehmet Aktı, M. Şafi Ekinci û pismamê min Nezmî, zor spas û mala we ava. Di bin vê sernavê de wek gotina dawî dixwazim ji dil û can spasiya hevsera xwe ya delal Siltanê, diya Ronî û Rojan bikim ku me bi hey re gelek tengî û firehî, tehl û şirin ên jiyanê dîtine.

Gotina Dawî

Em spasdarên wan kesan in ku di warê vi zimanê dêrin, şîrîn û tehdedîtî de ked dane û xebatan ji bo nifşên nû kirine. Bi saya xebatên wan îro em dikarin ferhengên wiha amade bikin û pê şanaz bibin. Mala we jî ava ey kesên ku ji bo zimanê Kurdî xem xwarine, zend û bend badane, dest birine xwe û xebat kirine.

Zana Farqînî
Stenbol, 19. 03. 2004

 


 

Önsöz

Uzun ve bir o kadar da çetin bir çaçlışma sonucunda Kürtçe – Türkçe sözlük çalışmamı tamamlayabildim. Bundan dolayı çok mutluyum. Çünkü,Türkçe Kürtçe sözlük çalışmasından sonra İstanbul Kürt Enstitüsü ile birlikte bu kez Kürtçe - Türkçe sözlük çalışmasını bir hedef olarak önümüze koyduk. İşte bu hedefımize ulaştığımız ve bu sözlüğü de bitirebildiğiıniz için mutluyum.

Gerçekten, sözlük çalışmaları çok zordur. Bu işin zorluğu bir yana, bu tür çalışmaların sitem ve serzenişleri de fazla. Ne yaparsan yap, herkesi memnun etmen mümkün değil. Ben bunun bilinciyle bu çalışmaya da başladım. O yüz den bu çalışmanın başarılı veya başarısız oluşunu işin ehline bırakmak istiyorum, takdir artık onlarındır.

Herşeyden önce bu iki dilli bir sözlüktür. Diğer bir deyişle, Kürtçe – Türkçe sözlüğüdür. Sözlüğün bu özelliği dikkate alınarak hazırlanmıştır. Elimden geldiğince, Kürtçe kelimelerin bütün Türkçe karşılıklarını doğru bir biçimde vermeye çalıştım. Sadece bununla da ye tinmedim, madde başı Kürtçe sözcüklerin madde sonlarına da yer verdim. Kelimeler net ve iyi anlaşılsın diye, örnek cümleleri vermeyi de uygun gördüm. Bu sözlük, yıllarca süren bir çalışmanın, bir emeğin sonucudur. Her ne kadar Türkçe - Kürtçe sözlüğün çıkmasından sonra, ki bu sözlük 2000 Haziran'ında çıktı, ben bu sözlüğü hazırlamaya koyulmuşsam da, aslında çalışmalarım çok daha eskilere dayanıyor.

Kısaca, yıllarca süren araştırma ve derleme çalışmalarımın ile dört yıl geceli gündüzlü bir şekilde süren bir çalışma sonucundan sonra bu sözlük basıma hazır hale gelebildi.

Sözlüğün içeriği hakkında da birkaç söz söylemek istiyorum. Sözlükte 131 bin 266 Kürtçe sözcük ve 35 bin de bu kelimelerin devamları yer almakta. Bu 35 bin de, sözcüklerin madde sonu ve deyimlerden oluşmakta. Diğer tarafta, 6 bine yakın kelimeye de sözlükte yer vermedim. Bu sözcüklerin gerçek anlamları hakkında yeterli ve kesin bir bilgiye sahip olmadığım için, böyle bir yola baş vurmayı uygun gördüm.

Kürt dilinin kapasitesinin bu olmadığını belirtmem gerekiyor. Zaten böyle bir iddiamız yok ve bu sözlükKürtçedeki bütün kelimeleri de içermemektedir. Uygun ve özgür koşullarda Kürtçe yazılı eserler ve sözlü edebiyat üzerine yeterli araştırmalar ile alan araştırmaları yapılmadığı müddetçe, Kürtçenin zenginliğinden bahsetmek mümkün değil. Genel olarak, diyebiliriz ki, biz daha bu tür çalışmalardan yoksunuz. Çünkü, gerçekten, bu alanlarla ilgili araştırmalar son derece azdır. İşte biz böylesi şartlarda ancak bu kadar kelimeyi bu sözlükte biraraya getirebildik.

Bununla beraber, bu alanlarla ilgili çalışmaların azlığından dolayı, gücümüz yettiğince ve olanaklarımız el verdiği ölçüde, bu alanların eksikliğini gidermeye çalıştık. Hem Türkçe - Kürtçe sözlükten önce ve hem de Kürtçe - Türkçe sözlüğü hazırlama aşamasında, türlerine bakmaksızın bir sürü Kürtçe yazılı eseri okuyup inceledim ve onlardan kelime ile deyim derledim. Kelime derlemem ve onların anlamları hakkındaki çalışmalarım, ki bundan dolayı 'kelime avcısı' lakabı bana takıldı, 1980'li yılların başlarına kadar gitmekte.

Bu iki sözlüğü yani ilk çalışmam olan Türkçe - Kürtçe sözlük ile son çalış mam olan Kürtçe - Türkçe sözlüğü birbirinden ayrı olarak değil birbirinin devamı olarak görüyorum. Zaten araları na zaman girmeden ben bu çalışmalarımı tamamladım. İşte bundan dolayı, ilk sözlükte, önsözde kelime derleme ve kaynaçalar üzerindeki araştırmalarım hakkında yeterli bilgiyi vermiştim.Kısaca, yararlandığım bütün eserleri burada teker teker adlarını zikrederek açıklamam mümkün değil. Ama kaynakça olarak belirtmem gereken eserleri zaten kaynakça bölümünde gösterdim.

Bazı Kürtçe sözcüklerin imlâları konusunda birtakım sıkıntılarımız oldu. Bilindiği üzere Kürtçe yazı dilinde yazım kuralları tam anlamıyla oturmamıştır. Bölge bölge farklılık arzeden ve bir standarda sahip olmayan konuşma dilinin etkisi, hâlâ yazı dilimiz üzerinde etkilidir. Bu durumdan ötürü bazı sözcüklerin birden fazla telaffuz biçimine yer vermek durumunda kaldık. Fakat, bunu yaparken, içlerinden yazı dilinde en fazla tercih edilenini esas aldık. Diğerlerini de bnr (bakınız) kısaltmasıyla sözlük kullanıcılarını tercih edilen kelimeye yönlendirdik. Bu tercihi yaparken de, dil bilim metodunu kendimize rehber edindik. Özellikle de bileşik kelimeleri ve bünyesinde ses değişimleri yaşanmış sözcükleri etimolojik ve morfolojik yönleriyle ele alıp inceledikten sonra en doğru formunu tercih ettik.

Bu açıklamalardan sonra sözlüğün ismi üzerine de birkaç söz söylemek istiyorum. Her ne kadar sözlüğün ismi Ferhenga Kurdî - Tirkî (Kürtçe – Türkçe sözlük) ise de, aslında biz 'Kurmancî' sözcüğün yerine 'Kurdî' sözcüğünü tercih ettik. Çünkü Kürtlerin büyük bir çoğunluğu Kürtçenin Kurmancî lehçesini konuşurlar ve Kurmanci kelimesi yerine Kurdî kelimesinin kullanılması, özelikle sözlük alanında nerdeyse şaşmaz bir gelenektir.

Bu sözlükte yer alan kelimeler, Kürtçenin en büyük lehçesi olan Kurmancî lehçesinin sözcükleridir. O yüzden, aslında bu Kurmancî – Türkçe olan bir sözlüktür. Bunun bilinmesinde fayda vardır. Fakat bir şeyi açıklamam gerekiyor. Özellikle bu son on-on beş yılda, Kürtçenin diğer şivesi olan Orta Kürtçeden (Soraniceden) Kurmancî lehçesinin yazı diline ihtiyaç duyulan bir sürü yeni sözcük girdi. Bilhassa bu sözcükler daha çok bilimsel, hukuki, idari, siyasî ve edebî gibi alanlara ait kelimelerdir. İşte bu sözlük çalışmamız da bu tür kelimelere de yer verdik. Tekrarlamakta fayda var, bu Kurmancî lehçesinin sözlüğüdür.

Teşekkür

Sözlüğün hazırlık aşamasında birçok kişi, kendi yörelerinden derlemiş oldukları sözcükleri bana gönderdi. Bu kişilerin adlarını belirterek teşekkürlerimi sunmak istiyorum:

Xemgîn/Zara, Yücel Atalay/Iğdır, Seyda Goyan/ Şırnak, A. Vahap Karaaslan, Mehmet Kömür/Elbistan, Evdile Koçer/Eruh, Ehmedê Neco/Mardin, Mazlum Dogan/Elbistan, Besa Mala Hesenê Kalê / Elbistan, Akîde Arslan, Cebbar Bariş/Şirvan û Mele Nûriyê Hesarî/ Kamışlı. Diğer taraftan Kerem Soylu'ya, Ali Seydo Gewranî'nin Kürtçe – Arapça 'Ferhenga Kurdî Nûjen' adlı sözlüğü ile Ezîz Reşîd Akreyî'nin Kürtçe, Arapça ve İngilizce olarak hazırlamış olduğu 'Rêbera Sê Zimanî' (Üç Dilin Rehberi) adlı eserini benim için tarayıp kelime derlediği için teşekkür etmek gerekiyor. Yine Şefik Beyaz'a da bana yararlanmam için kendi Kürtçe - Türkçe kelime çalışmasını verdiği için teşekkürlerimi sunuyorum.

Öte yanda, beraber Enstitü Yönetim Kurulu'nda çalıştığım ve birlikte bu sözlüğün hazırlanması için karar aldığımız arkadaşlarıma, başta merhum Feqî Huseyn Sağnıç'a, Hasan Kaya'ya, Kerem Soylu'ya, Mülazım Özcan'a ve Eşref Doğaner'e de .teşekkür etmek istiyorum.

Ayrıyetten, bazı değerli dost ve arkadaşlarım da bana hem maddi hem de manevi olarak hep destek oldular: H. Mem, H. Başer, İbrahim Gürbüz, Mehmet Aktı, M. Şafi Ekinci ve amcaza dem Nazmi, sizlere de sonsuz teşekkürler.

Bu başlık altında son söz olarak ta, sevgili eşim ve Ronî ile Rojan'ın anneleri Sultan'a canı gönülden teşekkürlerimi belirtmek istiyorum, o da benimle birlik te birçok sıkıntı çekti, hep birlikte acı tatlı günler gördük.

Son söz
Bu kadim ve baskı görmüş şirin dil için emek vermiş, yeni kuşaklar için çalışmalar yapmış olanlara minnettarız. Çünkü bugün onların bu çalışmaları sayesinde böylesi sözlükleri yapabiliyoruz. Kürt dili için kaygı duymuş, kolları sıvayıp bu alanda çalışmalar yapmış olanlara tekrar binlerce kez teşekkürler.

Zana Farqînî
İstanbul, 19. 03. 2004




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues