La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdî-azerbaycanî/azerbaycanî-kurdî


Auteur :
Éditeur : Elnur-P Date & Lieu : 1999, Bakû
Préface : Pages : 640
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, AzériFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Az.Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdî-azerbaycanî/azerbaycanî-kurdî

Ferhenga Kurdî – Azerbaycanî, Azerbaycanî - Kurdî

Pêşgotin

Gelek ji dîrokvanê gerdûnê gelê kurd û zimanê wî pir kevnar û dewlemend dihesivîn. Li dîroka kevinde ereb, rom, yunan, şûmêr, asorî û aramî navên reng bi reng li kurda kirine. Ji wan navan: Kardoyî, Karda, Kardaka, Kartavîye, Kûdî, Kurdî, Akrad, Kardak, Kardûkî, Kartî û navên din em dikarin bînîn zar.

Sala 2400 (berî zayînê - BZ) kralê Lagaşê Akadnarî, sala 1370 (BZ) hukumdarê UR Kmîl Sîn derheqê gelê "Karda" û xaka "Kurde" salox dane. Dîrokvanê Yunan yê bi nav û deng Ksênêfon sala 401-400 (BZ) li Kurdistanê gerîyaye û derheqa wan da zor nivîsandîye. "Ênsklopêdîya Îslamî" di derbarê kurda da weha nivîsandine: -Gotina Kurdistan welatê kurda yê herî kevna tanî vê rojê ku lê dijî pê hatiye naskirin.

Meriv dikarê bi hezaran mêlaqîya wî warîde bîne. Gotina kurd tê zanîn wekî-mêrxas û gernas.

Di sedsalîya XI helbestvanê kurd Elî Termaxî cara pêşîyê ku "Qramêra zimanê kurdî" daye hev û nivîsandîye. Helbestvanê yê herî mezin Ehmedê Xanî di sedsalîyê XVII bi zimanê "Kurdî-erebî" ferhengok bi rengê helbestan talif kirîye.

Lê di sedsalîya XVIII zimanzanên cîhanê zimanê kurdî bi rengekî kur û fire naskirin û li ser karkirin. Sala 1787 kurdnasê Îtalî Maûrîzo Garzonî "Qramêra zimanê kurdî" û "Ferhenga kurdî-îtalî" çapkir. Sala 1848-1866 kurdnasê Rûsîyaê Aleksandr Jaba "Ferhenga kurdî-firansî" û "Firansî- kurdî" nivîsand.

Kurdnas Êdmons derheqa zimanê kurdî da wusa nivîsandîye: Zimane kurdî yek zarovê farsî nîne, zimanekê serbixweye û ji wî kevntire...


DÎBAÇE

Ji serekên Kurdistanê ên delal û giran re..

Tu şik tê de nîne ko ji bo me hmîyan, daxwaza mezintir serbestîya welêt e.

Her kes dizane ko serbilindayî û azayîya miletekî bi zanîn û bi mêranîya welatîyên hev dikevin dest.

Miletên dinyayê ên aza û serbest bi zanînê serfiraz û xurt bûne. Destpêka .zanînê jî xwendin û nivîsandin e.

Heke îro Kurdistan wêran e û Kurd perîşan in, ev du belayên mezin, ji nezanîya xelkê me ye. Xwenda di nav kurdan de kêm in û birê Kurdan ê bihtir hê zmanê xwe ê şîrîn nikarin bixwînin û binivîsînin.

Ji ber ko milet nikare bixwîne û binivîse, kitêb, rojname, cerîde û kovarên kurdî dernakevin ko derketin jî, nikarin bijîn, dimirin.

Miletekî bê kitêb û cerîde, miletekî 'bê zman û bê deng e, sist e, qedrê wî naye girtin, heqê wî naye dayîn û ew milet dibe lehîstoka miletên din.

Miletê ko di vi wextî de naxwîne û nanivîse, ne îşê xwe û ne îşê welaté xwe dikare bizane û wan bigerîne.

Belavkirina xwendin û nivîsandina kurdî, hukumeta Kurdistanê hebuwa bi destê wê dihat qedandin. Lê her wekî îro Hukumeta Kurdistanê nîne, belavkirina xwendin û nivîsandina Kurdî wezîfeya mezinên-Kurdistanê ye.

Mezinên welatê me Beg, Şêx û Axa ne. Beg, Şêx û Axa pir caran qala peya, eşîr, mirîd û mirovên xwe dikin û ew dizanin ko peya, eşîr, mirîd û mirovên wan xurtî û serbilindayîya wan e.

Mezinên me xweş dizanin ko bê eşîr, bê mirîd û peya, ne beg, beg e, ne şêx, şêx e û ne jî axa, axa ye.

Heye ko bêtirê serekên me, şêx,, beg û axayên me heta niho ji bo qencîya peya û mirîdên xwe hin tiştên rind pêk anîne. Lê halê Kurdistanê şanî me dike ko xebata wan an bê rê an bê rêz û tertîb .an kêm bû. Wisa ne buwa diviya bû miletê me jî wek miletên din serbest, xurt û serefraz buwa.

Mezinên me dizanin ko miletê me ne kêmî tu miletan e û her car bi ya wan kiriye.

Ji ber ko îşê milet di destê wan de bû ji halê milet ew berpirsiyar in. Ji wan yek bi yek tê pirs kirin:
- Gelo te ji bo pêşveçûna mirov û mirîdên xwe çi kiriye? Em dereng mane, lê destpêkirin nîvê qedandinê ye.

Berî her tiştî divê, serekên me; axa û şêxên me ro beri rojekê hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin.

Bi tîpên kurdî, yê ko dil dike, dikare di nav du mehan de hînê xwendin û nivîsandina kurdî hibe.

Ji wê û paşî divê her serek ji pênc mirovan re dersa kurdî bide û ev pênc peya divê xweş hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin û ko hîn bûn her yekî ji wan divê ji xwe re pêne hevalên din peyda bike û ji wan re dersê bide, bivî awayî di salekê de, pênc şagirtên serekekî ji bîst û pêne mirovan re û ew bîst û pênc peyan, ji sed û bîst û pênc hevalan re û ew sed û bîst û
pêne mirov, ji şeş sed û bîst û pênc peyayan re dikarin dersê bidin.

Bi vî awayî di nav du salan de kurd hemî dikarin hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin. Ji gotina jorîn tête zanîn ko serekên Kurdistanê di salekê de du meh her roj divê saetekê ji bo pêşveçûna miletê xwe ji wextê xwe feda bikin.

Hin ji min re dibêjin ko axa, şêx û beg ji pêşveçûna xelkê xwe hez nakin û naxwazin ko sibe peyayekî ji peyayên wan rabe û ji axayê xwe xwendatir bibe. Ev gotin ne ket û nakeve serê min.

Her wekî peyayên kurd ji mezinên xwe hez dikin, pir caran malên xwe û ko hewce bû di rêya wan de canê xwe jî dan û didîn, wisan jî mezinên me ji miletên xwe hez dikin û divê hez bikin.

Heke serekên wisa hene, ez ji wan re dibêjim dilê we de janek heye, vê janê ji dilê xwe zû derêxin û bavêjin. Dengê mîletê we, wek; gum guma bayekî xurt tê û dike hawar.

Guhê hiş û dilê xwe vekin û guhdarîy a vî dengî bikin.

Ji dengê miletî xurttir û rasttir tu deng nîne.

Di rêya pêşveçûnê de, di xwendin, zanîn û nivîsandinê de jî bibin serek û rêberê miletê xwe.

Xulamên milet û welêt ên pêşîn, Mîr, Beg, Şêx û Axa ne.

Ezê guhdarîya pêjna dengê xwe bikim.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues