La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Kurdî-Rûsî


Auteur : Multimedia
Éditeur : Dewleta Şêwrê Ermenîstanê Date & Lieu : 1960, Moskva
Préface : Pages : 890
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, RusseFormat : 130x200 mm
Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Kurdî-Rûsî

Ferhenga Kurdî - Rûsî

КУРДСКО-РУССКИЙ СЛОВАРЬ

История курдской лексикографии теснейшим образом связана с историей изучения курдского языка, с историей собирания и издания курдских фольклорных и литературных текстов. Авторами первых курдско-иноязычных словарей и грамматик курдского языка были "курды. Ещё во второй половине XVII в. великим курдским поэтом-просветителем Ахмеде Хани был составлен курдско-арабский словарь «Нобар», предназначенный для обучения курдских детей арабскому языку. Рукопись словаря Ахмеде Хани была издана дважды. Первое издание осуществлено курдским ученым, литератором и филологом Юсуфом Зиа эддином Халиди в его интересном труде, посвященном языку и литературе курдского на рода1, второе издание Лекокком в сборнике курдских текстов...

Tarîxa nivîsandin û çapkirina ferhengên (qamûsên) kurdî girêdayiye bi tarîxa hînbûna (fêrbûna) zimanê kurdan ra; ew wisa jî gîrêdayîye bi tarîxa komkirin û çapkirina nimûnên folklorî û lîtêratûra wan ra.

Веrê lazime ez bêjim, ku nivîsvanên ferheng û gramatîkên kurdî уên ewlin kurd bi xwe Ьûn. Mesele, hela hê paşî nîvê qurna XVII Şaîrê kurdperwer Ahmedê Xanî ferhenga kurdî-еrеbî (Nobar) bona zaruên kurdan hînî (fêrî) zimane erebî bin, çêkirîbû.


PÊŞGOTIN

Tarîxa nivîsandin û çapkirina ferhengên (qamûsên) kurdî girêdayiye bi tarîxa hînbûna (fêrbûna) zimanê kurdan ra; ew wisa jî gîrêdayîye bi tarîxa komkirin û çapkirina nimûnên folklorî û lîtêratûra wan ra.

Веrê lazime ez bêjim, ku nivîsvanên ferheng û gramatîkên kurdî уên ewlin kurd bi xwe Ьûn. Mesele, hela hê paşî nîvê qurna XVII Şaîrê kurdperwer Ahmedê Xanî ferhenga kurdî-еrеbî (Nobar) bona zaruên kurdan hînî (fêrî) zimane erebî bin, çêkirîbû.

Destnivîsara Ahmedê Хаnî du caran hatîye çapkirinê. Cara ewlin ew bi destî edebyetnas, fîlolog û ulmdarê (alimê) kurdan mezin Yûsif Zîaûdîn Xalîdî hate çapkirinê1. Xalîdî ew Destnivîsara di xebata xweda ya ziman û edebyeta kurdanda çapkirîуе. Саrа duani (duwim) destnivîsara Nоbаrê di berhevoka (namilka) têkstên Lêkokda hatîye çapkirinê2.

Di xebata Xalîdî da kurtnivîsara gramatîka kurdî (rû 2-26), çend şêrên Ahmedê Xanî û ferhengoka Ahmedê Xanî hatine çapkirinê. Тêdа wusa jî ferhengoka kurdî-erebî (rû 32-266) ya ku komeke kurdan bi serkariya Xalîdî Çêkiri bû, hatîуе çapkirinê.

Ev herdu ferhengok хеbеrên zaruên kurmancî tînin ber çavan. Qîmetê wan derheqa hînbûna (fêrbûna) zimanê edebyeta kurdî ya klasîkî geleke. Di vî kаrî û şîхulî dа ferhenga Хаlîdî gelek ferze û giranbihaye, çimkî têda qasî реnс hezar xeberên kurdî hene.

Di wêda kêm û hindik hîmê lihevanîn û çêkirina ferhengên kurdî - zimanê biyanî (dereve) уên ulmî hatiye danînê. Mesele, têda li ser hemû xeberan nîşanên sewtên denganî hatine nivîsandinê, bi nîşana kanîya peydabûna хеbеrаn hatîya kişfkirinê. Di ferhengokêda раrên (beşên) axaftinê hatine nîşankirinê; fêlên bargiranî têda hatine çudakirinê. Хên jî wê tê da fêlên hîmî, yên efirandî û bargiranî di forma veguhastina (guhêrîna) wêxtê nika (niha, êsta) demа (sifeta) sêanî (sêwim) reqemа yekê da hatine nivîsandinê. Pi vî teherî binyata wextê nika ya hemû fêlan hatîye tayînkirinê.

Di lîtêratûra kovara (evropê)da xebata ewil ya derheqa zimаnê kurdî gramatîka Garsonî bû, ya ku sala 1787 hatibû çapkirinê3.

Di axirîya gramatîka wî dа ferhenga îtalî-kurdî hatîya çapkirinê.

Eva ferhengoka xeberên zarê kurdê Аmadîyê tîne ber çavan û eşkêra dike ku, zаrе Amadîyê уê kurmancîye.
Ferhengoka Garsonî ya îtalî-kurdî ferhengoka zimanê biyanî (dere- ve)-kurdî ewile, ku di lîtêratûra rohilatê (evropaê)da hatîye çapkirinê.

Lê dîsa gerek bêjim, xebata Garsonî, ya ku nêzikî du sed salî berê hatîye Çapkirinê, heta nika qîmetê wê di hînbûna (fêrbûna) xeberên kurdîda û tarîxa pêşveçûna (bizûtina) û guhastina (guhêrînа) lêksîka zaravê bakur, winda nebûye.
Piştî xebata Garsonî heta nîvê qurna XIX xebatên cuda, уên ferhengoka û gramatîka zimanê kurdî çар ne bûn. Неr bi tenê di çend хеbatên êtnografî уên rêwîya û ferhengên beranberî da navnîşên biçûk уên xeberên kurdî hatine çapkirinê û сûrе - cûre fikir derheqa zimanê kurdan hatne gotinê1. Mesele, di xebata Rîç – dа4 qasî (wek) dused xeberên kurdî hatine nivîsandinê, di ferhengên beranberî da, yên ku Pêtêrbûrgê da hatine çapkirinê, weke du sed heftê neh xeberên kurdî hatine neşirkîrinê5.

Неr tenê piştî nîvê qurna XIX Çapkirina gramatîkên kurt уên kurdî bi ferhengokên kurdîva dest ре kir.
Di salên 1856, 1857, 1858 - dа sê kitêbên kurdnasê Rûsistanê уên Р. Lêrx bi nave «...»6 li Pêtêrbûrgê hatin çapkirinê. Di kitêba xwe duanîda ya ser vî navî Р. Lêrx ferhengoka kurdî-rûsî ser hîmê zarên kurmancî û zаzа (rû 1-108) çapkirîуе. Eva ferhengoka lêksîka têkstên, ku kitêba duanîda hatibû Çapkirinê, tîne berçavan. Р. Lêrx wisa jî xeberên li Roslavlê cem (nik) kurdên di şerê rоmê û rûsîda hêsîr bûbûn, kom kiribû, kirîуе nav ferhenga xwe. Xên ji wê yekê Р. Lêrx ew хеbеr kirine nav ferhengoka xwe, yên ku ewî ji xebatên pêşketîyên xwe derxistibûn. Di her miqalên ferhengoka Р. Lêrx da hatîуе nîşankirinê ji kîjan xebatê filan хеbеr hatîye bergirtinê.

Ewî di ferhengokêda xeberên kurdî û уên zimanê îranî уе cuda beranberî hev kirine. Di ferhengokêda ewî cîna li hev anîna xeberan û frazêologî nivîsîne, cîna jî formên fêlan, уên wextan û yên formanî nivîsîne. Ewî ew form bi tercima rûsî cuda nivîsîne. Di ferhengokêda ewî xeysetnivîsa xeberan ya gramatîkî nenivîsîye. Ferhengoka wî da gelek meselên kurdî (xeber û сumlе) nerast û qelet tercimekirî hene. Xên ji wê yekê nivîsandina Р. Lêrx уа xeberan bi fonetîkî temam ne başe û ne rinde.

Lê bеlе ji kêmasîyan der dîsa lazime bêjim, ku têkstên Р. Lêrx уеn rasterast û edebyetî tercimekirî û wisa jî ferhengoka wî kurdî-rûsî di wextê xweda gelek qîmetî û giranbiha bûn bona hînbûna zimanê kurdî di Rûsistanêda.

Sala 1860-dа А. Jaba berhevoka (namilka) hekyatên kurdî bi miqala xwe derheqa edebyeta kurdî4 neşir kir. Eva berhevoka bona kurdnasa di pirsa hînbûna tarîxa kurdên Kurdistana rоmê, zimanê wan û êtnografîya wan gelekî hewasdare. Di cîyê xweda miqalên wî derheqa tarîxa jîyîna Kurdan ya edebyetî û medenyetî geleke hewasdarin û başin8.

A. Jaba ferhengên kurdî-fransizî, fransizî-rûsî-kurdî û kurdî-fransizî-rûsî nivisîbûn. Ewî ev ferheng ser hîmê têkstên kurdî yên edebyetî, folklorî û tarîxî çêkiribûn (damezirandibûn). Ferze bêjin, ku di vê xebatêda zanaê kurdî Mela Beyazêdî û ronayîperwarê kurd Ahmed Xan arîkarî A. Jaba kiribûn.

Destnivîsarên A. Jaba yên ferhengên paşîn heta nika nehatine çapkirinê. Ew di arxîva Zanînga Sovêtîstanê li Lênîngradêdê ne. Lê ferhenga kurdî-fransizî bi qirarê zanînga Rusistanê sala 1879 bi arîkarî Ferdînand Yûstî hate çapkirinê9. Lê F. Yûstî xeber ji xebatên Riç, Klaprot, Xozdko, Lêrx û yên din derxistibûn û ser ferhenga A. Jabada zêde kiribûn.

Ferhenga A. Jaba, ya ku paşî nîvê qurna XIX li Pêtêrbûrgê hatibû neşirkirinê, di dinyaêda ferhenga kurdî-zimanê biyanî ya tewre mezine.

Ferhenga A. Jaba çarsed şêst û sê belge. Têda weke 15 hezar xeber (ûşe) hene. Ew xeber bi temamî yê zarê kurmancî ne; tê da pir û kêm wisa jî xeberên soran (zarê kurdên cenûbî-rohilata Kurdistanê) hene. F. Yûstî xeberên soranî ji xebatên pêşketîyên xwe derxistibûn.

Hemû xeber bi herfê erebî dor bi dora alîfbaê erebî û bi transkrîpsîya latînî hatine çapkirinê. Tercima A. Jaba ya xeberên kurdî ne xirabe. Ewî xeysetnasîya xeberan ya gramatîkî ferhengê da nenivîsîye. Her tenê tê da peydabûna xeberan û kanîya wan nîşan kirine. Ferhengê da cîna ewî matêrîalê frazeologîyê nivîsîye, cîna jî xeberên kurdî beranberî xeberên farsî, tîrkî, erebî, ermenî kirine. Di ferhengêda miqala fêlada li cîna formên wexta û yên teherê kirinê nivîsîye.
Eva ferhenga wextê xweda ferhengoke zor baş bû bona hînbûna zimanê kurdî û heta nika jî qîmetê wê bona hînbûna têkstên edebyetî û folklorî yen bi herfê erebî, heye.

Nav salên 1851-1865 mîsîonêrê Emêrîkê S. A. Rêh nav kurdên nehîya Hekarî dijîya û hînî zimanê kurdî dibû. Sala 1870-da ewî gramatîka kurt ya zimanê kurdî çap kir10.

Axirîya gramatîka xwe da Rêh ferhengoka kurdî-înglîsî (rû 135-154) qasî 1600 xeber çapkirîye. Hemû tercimên xeberên kurdî rastin û têda şik tune. Di ferhengokê da ewî xeysetnivîsa xeberan ya gramatîkî alîyê cudakirina parên (beşên) axaftinê nişan kirîye.

Wextê rewîtîya (seferîya) xwe li welatên rohilata Nezîk pêşekarê mezin yê fîlolojîyê rohilatê Albêrt Sosîn gelek têkstên kurdî ji zarê asorîya nivîsîbûn. Ew asorî li topraxa Tûrabdîn û Bohtanê dijîyan û rînd jî kurdî zanibûn.

E. Prim û A. Sosîn têkstên A. Sosîn komkirîbûn di du berhevokanda çapkirinê11. Wan da çîrok, miqamên evinîyê û mêranîyê, êposa milet ya romanî û mêrxasî (fêrizî) çap bûne.

Ev hemû têkst bi tercima zimanê almanî, bi nasî û şirokirina êtnografî, fîlolojî yên baş neşir bûne.

A. Socin ferhengoka kurdî-almanî (rû 281-341) li axirîya têkstan çapkirîye. Xeberên kurdî bi herfên erebî nivîsîne, paşê transkrîpsîya wan bi herfên latînî daye. Tercima wî almanî ya xeberên kurdî raste û bê şîke.

Melûmetîyên qîmetî derheqa gramatîka zimanê kurdî û xeberên wî di xebata A. Êgîazarovda hatine çapkirinê12.

A. Êgîazarov di nivîsara xweda têkstên kurdî anîye ber çavan û tercima wan bi zimanê rûsî raste-rast û edebyetî nivîsîyê. Paşî têkstan ewî ferhengokên kurdî-rûsî û rûsî-kurdî çap kirine. Di nasîyên têkstan da û miqalên ferhengokan da A. Êgîazarov mesele yên bingehînên gramatîka zimanê kurdî nivîsîne. Çend gotinên wan derheqa formên halê navan, derheqa efirandina wextâ û teherê kirinê û xeberên bargiranî baş hatine gotinê; ew gotin hewasdarin û nîşan dikin, ku wana baş zimanê kurdî zanibû.


Cuda lazime bêjin derheqa ferhengokên wan yên kurdî-rûsî (rû 1-65) û rûsî-kurdî (rû 66-122). Ferhengoka pêşinda qasî (weke) sê hezar xeber hene, lê ya paşin da qasî car hezar xeber hene. Hemû tercimên herdu ferhengokan rastin. Ferhengoka kurdî-rûsîda materîal û mesele baş hatine nivîsandinê. Di çend bendên ferhengokê da efirandina fêlên bargiranî û formên wexta baş hatine şirokirinê. Carna jî efirandina formên wextê nika hatîye nivîsandinê. Ev ferhengok xeberên zarê kurdên topraxa Erêvanê tînin ber çavan.

Sala 1913-da gramatîka kurdî ya Soûnê înglîs hate çapkirinê13. Axirîya gramatîka xwe da Soûn ferhengoka înglîsî-kurdî çapkirîyê (rû 171-287). Wê ferhengokêda qasî çar hezar xeber hatine neşirkirinê. Ew xeber nêzîkbûn û dûrketina lêksîka zarên kurdî yên bakur û cenûb nîşan dike.

Ferhengoka Soûn vî cûreyî hatîye çapkirinê: pêşîyê xeberên înglîsî hatine nivîsandinê, paşê yên kurdî. Xeberên kurdî piranîya xwe va ji. zarê bakurin (yê kurmancî ne). Tercima xebera ne xirabe. Xeysetnivîsa gramatîkî ya xeberan alîyê nîşankirina parên (bêşên) axaftinêda hatîye nîşankirinê. Di stûnen rex hev nivîsandîda bi nîşana NG (koma zarên bakur) û SG (koma zarên cenûbî) xeberên ku di herdu zaranda hene, hatine nivîsandinê. Lê lazime bêjin, ku ew xeberên Soûn kirine nav koma zarê hakur bi rastî di koma zarê cenûbî da hene; lê xeberên ku kirine nav koma zarê cenûb, di koma zarê bakur da hene. Ji herdu zara her tenê çend xeber ferhengokê da hene, ku têne hesabkirinê wek (mîna) xeberên zarekî.

Sala 1919 mîsîonêrê Emêrîkê Fosûm gramatîka xwe ya praktîkî zimanê kurdî çapkir14.

Fosûm gramatîka xweda matêrîal bona şirokirina qanûnên gramatîkî hildaye ji zarê muqrî, tê da mesele ji kurmancî jî hene.

Têkstên wî zarê kurdên Mehabadê (Soucbulax) nîşan dikin û ew bi alîfba erebî hatine çapkirinê.

Xên ji wê yekê ewî gramatîka xwe da nav nîşanên fêlên hêsa û bargiranî yên derbazbûyî û derbaznebûyî nivîsîne.

Axirîya gramatîkê ewî ferhengoke kurdî-înglîsî çapkirîye. Ev xebata Fosûm bona hînbûna zarên kurdî û bona lihevanîn, çêkirin û damezirandina ferhengê zarên kurdî gelek ferze û başe.

Sala 1922 Cerdîn gramatîka zimanê kurmancî ya kurt çap kir15. Gramatîka wî ji xebatên pêşketîyên wî yê zimanê kurdî yeke zore başe.

Cerdîn axirîya gramatîka xweda ferhengoka înglîsî-kurdî nivîsîye (rû 65-114). Têda qasî çar hezar xeber hene. Tercima wan xeberan başe.

Berî wextê şerê împêrîalîsta yê ewil Îosîf Abgarovîç Orbêllî gelek wext li nav xelqê ermenî û kurd li nehîya Moksê (Ermenîstana Turkîyê) mabû. Wî çaxî ewî gelek têkstên kurdî nivîsî bûn. Ser hîmê wan têkstan ewî ferhenga kurdî-rûsî çekirîye, lê heta nika çapnekirîye. Eva ferhenga Î. A. Orbêlî xeberên zarê kurmancî yê nehîya Moksê tîne ber çavan.
Sala 1926 Îosîf Abgarovîç Orbêlî têkstên xebatkarê kitêbxana Unîvêrsîtêta Vênê yên Hûgo Maqaş neşir kirin16.
Hûgo Maqaş ew têkst li şeherê Birno li Çêxoslovakîyê ji zarê Mehemed Emîn nivîsî bûn. Mehemed Emîn bi xwe kurdê tucar bû, ew ji Merdînê hatibû wî dêrê.

Ew têkst zarê kurmancî yê nehîya Merdînê tîne ber çavan.

Di kitêba Hûgo Maqaşda êpos, miqam û metelok hene. Ev hemû matêrîal bi zimanê almanî hatine tercimekirinê û şirokirinê. Axirîya têkstan ferhengoka kurdî-almanî ya lêksîka kurdên nehîya Merdînê hatîye çapkirinê.

Di sî salîya qurna XX-da tarîxa hînbûna zimanê kurdî û nivîsandina lêksîka kurda dereceke teze digire. Eva yeka dest pê dike çaxê şerê kurdan yê azabûn û serxwebûnê kûr û fire dibe û xelqê kurd bi wî şerîra xwe nas dike mîna (weke) miletekî xwerû û serxwe. Eva fikir û aqilyet cî bi cî dikeve nav aqilê bîrewar û karkerên kurdan yên cimaetî û alimî û belav dibe nav milet. Bîrewar û karkerên kurdan yên cimaetî û alîmî di rojname û kovarên kurdîda pirsên derheqa rola zimanê dayîkê (zikmakî) di perwer kirina milet û komkirina qewatên wî şerê serxwebûnêda pêşda didin. Hema di wî wextî da pirs qewîn tê danînê, ku gramatîk û ferhengên kurdî-zimanê dereye yên zimanê dereve-kurdî bên nivîsandinê. Wî wextî da tarîxa hînbûna zimanê kurdî û ya çêkirina ferhengên kurdî cîyê xwe minasib digire. Mesele rojname û kovarên kurdî ... li Îraqê û «Hewar», «Roja nû», «Stêr» li Sûrîyê û Lîbnanê dest pê dikirin navnîşên xeber û têrmînê cimietî-sîyasetî neşir dikirin û rex wan da şirokirina wan çap dikirin.

Serwêrên çend rojame û kovaran carna navnîşên xeberên erebî û yên biyanî û dereye neşir dikirin û ji xwendevanên xwe ra dinivîsîn, ku ew rex wan da xeberên kurdî bi fikira wan xeberan binivîsin û ji wan ra bişînin.

Di wan rojame û kovaran da xebat û miqale derheqa gramatîka zimanê kurdî çap dibûn û nika jî çap dibin. Xên ji we yekê kitêbê gramatîkî bona mektebên îbtîda (sereta) û yên navîn bona kurdên Îraqê cuda çap dibin.

Nav xebatên gelek baş, hewasdar û qîmetdar yên gramatîkî û ferhengên zimanê kurdî yê nika çend xebat tên hesabkirin. Ew xebat, xebatên alîmên mezin, karkerên xelqê kurdan yên cimietî û edebyetî - Celadet Eli Bedirxan, Kamûran Eli Bedirxan, Gîwî Mukrîanî nin.

Di sî salîya qurna XX-da Celadêt Eli Bedirxan di kovara xwe «Hewar»-ê da hergav miqalên «bingehîna zimanê kurdî» û navnîşên xeber û têrmînên cimietî-sîyasetî bi navê «ferhengok» çap dikirin.

Celadêt Eli Eedirxan tevî (digel) biraê xwe doktir Kamûran Elî Bedirxan di wextekî dirêj da li ser çêkirina (damezirandina) ferhenga kurdî-fransizî dixebitî. Herdua ferhengoke qasî 60 hezar xeber nivîsîne.

Celadêt Eli Bedirxan li ser wê ferhengê heta vê axirîyê dixebitî. Lê mirina wî (1953) ne hişt ew wê xebatê temam bike û bide çapkirinê.

Nika destnivîsara ferhenga Celadêt Eli Bedirxan heye û li cem (nik) jina wî Rewşan Bedirxane li Şamê ye.

Gîwî Mukrîanî çapkerê kovara kurdî ya edebyetî hefteyî bi navê «Kovarî hetav» bi spartina biraê xwe mezin Hesenê Huznî Mukrîanî li Kurdistanê gerîya, zarên kurdî hîn bû, xeberên kurdî nivîsîn û ferhengên kurdî-zimanê dereve û zimanê dereve-kurdî çêkirin. Ewî ferhenga mezin ya kurdî-kurdî (35 hezar xeber), ferhengên kurdî-erebî, erebî-kurdî û kurdî-farsî-erebî-fransizî-înglîsî çêkirine. Herdu ferhengên 'paşîn yên Gîwî Mukrîanî heta nika çap nebûne, lê yên paşîn di salên 1950 û 1955 hatine çapkirine.

Ferhenga Gîwî Mukrîanî ya kurdî-farsî-erebî-fransizî-înglîsî weke 130 belgin17. Têda kêm û hindik melûmetîyên gramatîkâ zimanê kurdî hatine nivîsandinê. Eva ferhenga wî bi tomerî ya xeberên têmatîkîne. Tê da lêksîka rêncberîyê-gundîtîyê ya zaravê kurdê soranî hatîye nivîsandinê. Tê da wusa jî navê parên (beşên) can, navê xwerinê, yê fêkî, yê dar û diraxtan, navê cilan, yê heywan û teyrên mali û hovî, termînê xizmîyê hatine nivîsandinê. Hemû xeberên kurdî bi herfên erebî û transkrîpsîya latînî hatine çapkirinê.

Ferhenga Gîwî Mukrîanî ya erebî-kurdî ku sala 1950 hatîye çapkirinê18, ferhengeke gelek giranbiha û bi qimet e. Eva ferhenga qasî çar sed pere. Tê da lêksîka zaravê kurmancî, yê muqrî, yê zaravên kurdên nehîyên Sulemanîyê, Hewlêrê, Rewandizê, Kermanşahê û Senendecê hatîye çapkirinê. Xwedînivîs hemû xeberên zanibûn, kirine nav ferhenga xwe. Ewî hemû xeberên erebî rast wergerandîye ser zimanê kurdî û di tercima wîda şik tune. Ewî ferhengêda hemû fikirên xeberên erebî bi kurdî nivîsîne, lê rex xeberên erebî, yên ku gorî wan tune, ewî fikira wan bi kurdî şirokirine. Di ferhengêda gelek xeberên sînonîmî yên cûre-cûre zaravên kurdî hatine nivîsandinê.

Kutasîyê (axirîyê) lazime bê gotin, ku nika dîsa ferhengeke kurdî-fransizî heye. Ew ferheng ya Kamûran Elî Bedirxan e. Nika Kamûran profesorê înstîtûta Parîjê ya hînbûna zimanên rohilatê yên zêndîye. Ewî ferhenga xwe bi piranî ser hîmê xeberên zarê kurmancî û zarê soranî çêkirîye. Ferhenga wî qasî (weke) 100 perên çapxanêye. Lê çar û mikanê wî yê çapkirinê tuneye û ew ferheng heta nika nehatîye çapkirinê.

Di cimhuryeta Ermenistanêda çaxê qebûlkirina alîfbaê kurdî yê teze (1929) û çapkirina gazêta «Rîya teze», ya kitêbên derya bona mektebên kurdî û têxnîkûma kurdî ya pişt Kavkazê li Erêvanê hînbûna zimanê kurdî û berhevkirina folklora kurdan dest pê dibe.

Bo bilindkirina medenyeta kurdên rêncber yên Ermenîstanê û nêzîkirina wan bi medenyeta pêşîn ya miletên Sovêtîstanê lazimayî di neşirkirina ferhengên ermenî-kurdî peyda dibe. Bi vî sebebi sala 1933 ferhenga ermenî-kurdî19 û ferhenga ermenî-kurdî ya têrmînologî20 hatine çapkirinê. Eva ferhenga bi destî koma nîvîsvanên ermenî û kurd hatibû çapkirinê. Ferhenga sala 1933 qasî deh perên çapxanêye, lê ferhenga sala 1935 qasî sê perên çapxanêye.

Ev herdu ferheng ser hîme xeberên kurdên Ermenîstanê hatine çêkirinê. Têda hesabê lêksîka kurdên dereva (derva) nehatîne dîtinê. Ji ber vê sebebîyê merivên ferheng çekirine, caxê tercimekirina xeber û têrmînên ermenîya gelek xeber û têrmîn ji ber xwe derxistine, xirab çêkirinê, yanê jî hema xeberên ermeni û rûsî hildane û kirine nav zimanê me.

Ferhenga ermenî-kurdî, ya sala 1957 hatîye çapkirinê21 mîna (weke) van herdu ferhengaye.

Eva ferhenga qasî 18 perên çapxanêye, têda weke 23 hezar xeber hene. Bi prînsîpa çêkirinê û matêrialê xweva eva ferhenga mîna herdu ferhengên jorîn yên ermenî-kurdî ye. Piranîya xeberên têda baş û rast nehatine tercimekirinê. Rastî bêjin, hazirîya pêşekarîyê, ya merivên eva ferhenga çêkirine, tune bû, lema jî wana nikar (netwan) bû feydaê ji çar û mikanên zimanê kurdî bidin (wergirin) û wan baş bidin xebitandinê bona tercimekirina fikir û nêta xeberan û têrmînan.

Gelek xeberên ermenî û yên rûsî yên wisa kirine ferhengê, ku herê di zimanê kurdî da ne didane xebitandinê. Gelek xeberên dereye (biyanî) bê tercimên kurdî kirinê ferhengê û bi kurdî şironekirine. Ji wê der wana gelek xeber û têrmîn bê qanûn, bê qeyde û bê norm ji ber xwe (ji aqilê xwe) derxistine û çêkirine. Mesele ferhengêda gelek xeberên nerast çêkirî hene; ew xeber bi arîkarîya zêdekirina sûfîksên (paşpirtikên) abstraktî (tî, î) ser mesderan (navên kirinê û yên bûyînê) hatine

Çêkirine. Meselê mîna ..., yên ku di ferhengê da pirin (gelekin), qet mîna qanûnên çêkirina xebera ya zimanê me nîn in û jê dûr in.

Xên ji wê yekê gelek tercimaên nerast û qeletên rastnivîsandinê ferhengêda hene.

Qîmetê vê ferhengê her ew e, ku tê da gelek lêksîka rêncberîyê (gundîtîyê), ya jîyinê ya kurdên Ermenîstana Sovêtî hatîye nivîsandinê.

Di tarîxa nivisandina lêksîka kurdî qewmandineke mezin Bala 1957 bû, çaxê Neşirxana dewletê ya ferhengêd zimanê miletêd dereve û yê Sovêtîstanê du ferhengên rûsî-kurdî, kurdî-rûsî çapkirin. Yek ya kandîdatê ulmê tarîxê I. O. Farîzov e, ya din ya kandîdatê ulmê fîlolojîyê Ç. X. Bakoêv e.

Ferhenga I. O. Farîzov ser hîmê xeberên kurdên Ermenîstana Sovêtî hatîye çapkirinê, lê bi herfên kurdên Sovêtê ne hatîye çapkirinê, bi herfên latînî yên kurdên Sûrîyê çap bûye22.

Di pêşgotina ferhengêda I. O. Farîzov dinivîse, ku bona çekirina ferhenga xwe ewî edebyeta kurdî ya sovêtî û dereye (biyanî) daye xebitandinê. Lê matêrîalê ferhengê nîşan dike, ku ewî ev kanî nedane xebitandinê. Di ferhenga wî da gelek xeberên rûsî hatine tercimekirinê ne ku bi wan xeberên kurdî, yên ku edebyeta kurdî da hene, lê hatine tercime kirinê yanê bi xeberên teze çêkirî, yan bi şirokirinê, yanê ji bi arîkarîya xeberên biyanî (dereva), yê ku bi herfên kurdî haline nivîsandinê. Ji wê der di ferhengê da gelek tercimên nerast û qelet hene.

Le bêlê dîsa lazime bêjin, ku qîmetê vê ferhengê çawa (wek) ferhenga rûsî-kurdî ewil ya mezin ewe, ku têda qasî (weke) 30 hezar xeberên kurdê Ermenîstanê hene.

Ferhenga Ç. X. Bakoêv, ya ku bi rêdaktorîya akademik Îosîf Abgaroviç Orbêlî hatîye çapkirinê, ferhengeke ji ferhengên zarê kurdên Ermenîstanê çêtir û baştire. Ew qasî 14 hezar xeber hene. Hemû tercimên wê rastin û bi piranîya xwe va bê şik in. Di vê ferhengê da xeysetnivîsa xeberan ya gramatîkî hatîye nîşan kirine; eva şixulekî başe, çimkî di ferhengên pêşîn da xeysetnivîsa xeberan ya gramatîkî ne dinivîsiîn. Ferhenga Ç. X. Bakoêvda bi nîşanên minasib katêgorîya nava ya eslî jin û mêr, ya fêlên derbazbûyî û yên derbaznebûyî û binyatên wan hatine nîşankirinê.

Lê eva ferhenga bi tomerî (temamî) ji matêrîalê zarê axaftinê ha-tîye nivîsandinê û têda gelek xeberên ji zimanê wergirtî hene. Xên ji wê yekê têda binek xeberên lazim u xebatbar, yên di zimênda eşkerane, ne hatine nivîsandine. Axirîya ferhengê Ç. X. Bakoêv kurtnivîsara gramatîka zarê kurmanci yê Ermenîstanê çapkirîye.

Meremê min vê ferhengê ew bû, ku bi temamî fondê xeberan, yê xeberbarîya zimanê kurdî yê nika ser hîme zarê kurmancî nîşan bikim û pê ra jî pir û hindik materîalê ji zare soranî bikime vê ferhenga xwe.

Kurdên topraxa Rome yê rohilat-cenûbî (Kurdistana rome), yê nehîyên Surîyê, yê bakur, yê îraqê (nehîyên Mosûlê, Amadîyê, Zaxo, Akra û çîyaên Sincarê), yê îranê (nehîyên rohilat yê gola Rizayê û nehîya Xorasanê), wisa jî Kurdên Sovêtîstanê (Ermenistan, Azirbecan, Gurcistan û Turkmenistan) bi zarê kurmancî daxivin. Bi vî zarî edebyeta kurdî ya klasîkî gelek dewlemend e. Bi vî zarî sala 1931 heta sala 1946 li Sûrîyê û Lîvanê edebyeta kurdî dihate çapkirinê, lê sala 1928 heta nika li Ermenîstana Sovêtî kitêbên dersa û edebyeta bedewîyê tên çapkirinê. Kurdên nehîyên Mehabadê, Senendecê, Kermanşahê (li îranê), yên Erbîlê (Hewlêrê), Rewandizê, Sulêmanîyê û Kerkûkê (li Îraqê) bi zarê soranî diaxavin. Bi vî zarI edebyeteke dewlemend berê dihate çapkirinê û nika jî tê çapkirinê. Di ferhenga xwe da min lêksîka jîyînê, ya rêncberîyê (gundîtîyê), ya edebyetîya zimanê nika (êsta) û ya rojname û kovarên bi zarê kurmancî nivîsîne û çapkirine.

Ez xerêq bûm, ku xeberên kurdan yên tomerî bikim nav ferhengê.

Min xeberên nizamîya cime'tî yên jîyîna kurdan li qurna XIX kirine nav ferhenga xwe. Min têrmînên dîn û pûtperestîyê, yên kevn ku folklorêda hene, kirine nav ferhengê. Xên ji wê yekê min xeberên ji ber zimanê cirana (cînaran), yên înglîsî, fransizi û rûsî, yên ku zûda ketine nav zimane me, kirine nav ferhengê.

Min wisa jî têrmînên ulmî (zanîstî), yên cime'tî ku zûda di edebyeta meda hene, kirine nav ferhengê. Min wisa jî xeberên tercimekirî yê nêologîzmê, ku vê axirîyê ketine nav edebyeta me, kirine nav ferhengê.

Di ferhengê da navên qebîlên kurdan û navên miletên Rohilata Nêzîk û navên merivan, yên ku fikira wan xweserî heye, hatine nivîsandinê.

Matêrîalên frazêolojîyê (gotina xeberan di cumlanda), yên lihevanînên berk, îdîomatîka (gotinên kurt û bicî) metelok û xeberok, yên ku bi xeberan ra girêdayî ne, di ferhengê da rex xeberan hatine nivîsandinê. Fêlên bargiranî, yên ku cuda têne nivîsandinê, li rex navên heyînê û xeysetnavan hatine nivîsandinê, lê navên heyînê yên kirinê û bûyînê, yên ku ji wan fêlan çêbûne, di ferhengêda ser tertîba alîfba dor bi dor li cîyê xwe da tev hev (pêkva) hatine nivîsandinê. Çiqilên xeberan yên nivîsandinê û Sewtdayînê bi tertîba alîfba di ferhengê da li cîyê xwe da hatine nivîsandinê; rex xebera kurdî, ya ku ez hesab nakim çawan xebara rast, ya edebyetî, nîşana cm. hatîye nivîsandinê. Eva nişana nişan dike: binêre filan rûyê ferhengê. Rex fêlan binyata wextên nika (êsta) hatine nivîsandinê. Ew binyat jî bi tertîba alîfbaê kurdî li cîyê xwe cuda hatine nivîsandinê Binyatên wexte berê di ferhengêda nehatine hesabkirinê û nivîsandine, çimkî ew hêsa (asan) peyda dibin (mesele, paşpirtikên mesderan in, û ji axirîya mesdera têne avîtinê û çi dimîne, tê hesabkirinê binyata wextê berê, mesele: gotin - got; kutan - kuta). Bona xeysetnivîsa xeberan ya stili (eşnaê) û ya gramatîkîyê di ferhengê da nîşanên lazim paşî xeberan hatine nivîsandinê. Li axirîya ferhengê min navên gêografîyê (navên şehera, yên çîya, çema, welata) kirine nav ferhengê, wusa jî gramatîka kurdî kurtnivîsandî nivîsîye.

Bo (bona) lihevanîna (damezirandina) vê ferhengê min feyda ji matêrîalê edebyetî, yê folklorî, yê ferhengokên rex têkstên kurdî çapkirî û yên ferhengên kurdî hildaye (wergirtîye).

Min wisa jî kitêbên dersan, lîtêratûra cime'tî-sîyasetî û bedewî ya kurdên Surîyê, Lîbnanê û Sovêtîstanê dane xebitandine.

Min ev matêrîalê folklorî yê têkstên A. Sosîn, A. Jaba, P. Lêrx, H. Cindî û R. Lêsko daye xebitandinê (emilandinê).
Ji matêrîalê ferhengan A ferhengokan min ferhenga kurdî-fransizî ya A. Jaba, ferhengokên Rêh, Soûn, Cerdîn, Sosîn, Lêrx û Êgîazarov dane xebitandinê. Min wisa jî ferhenga erebî-kurdî ya Gîwî Mukrianî û wisa jî navnîşana xeberan, ya ku D. N. Makênzî bi kerema xwe ji min ra şandibû, daye xebitandinê.

Dîyar e, ku miletê kurd di nivîsara xwe da alifbaê erebî, latînî û rûsî die'milîne (dixebitîne). Ez wê ferhengê bi alifbaê latînî çap dikim. Sebebêd çapkirina wê bi alifbaê latînî ev in:

Bona çêkirina ferhengê min edebyeta kurdî ya bi alifbaê latînî çapkirî daye xebitandinê, lema jî min ferheng bi alifbaê latînî çêkirîye. Wekî min ew bi alifbaê erebî çapbikira, îşê xebitandina wê gelekî wê xirab û giran bibûya. Çimkî e'yane, ku bi arîkarîya alîfbaê latînî kurd nikarin bi temamî sewtêd zimanê xwe nîşan bikin. Yekê jî ez mecbûr bûm ferhengê bi alifbaê latînî binivîsim, çimkî vê axirîyê zana û xwendewarêd kurd alifbaê kurdî yê ser hîmê nivîsara erebî her gav diguhêrin, herfêd tezê, nîşanêd ser herfa û yêd bin herfa ser wî da zêde dikin, çimkî dixwezin derbazî ser alifbaê latînî bin, nivîsara xwe û zimanê edebyeta xwe bikin yêd yekcûreyî23.

Bi texmîna min eva ferhenga destûreke feydekare bona wan merivan, yên ku bi praktîkî û zanistî hînî (fêrî) zimanê kurdî dibin u wusa jî bona wan kurdan, yên ku dixwezin hînî zimanê rûsî bin.

Lê sed mixabin min nikarbû (netiwanbû) hemû leksîka zimanê kurdên dereve kom bikim û bikime nav vê ferhenga xwe. Çêkirin û lihevanîna ferhenga kurdî-rûsî ya mezin ne şixulekî rehet e, bi destê merivekî ew temam naê qedandinê, bona çekirina ferhenga kurdî-rûsî lazim e, ku komeke alim û zanîstên kurdan ser bixebitin.
Lê îro ez bi dil û can şame û bextewar im, ku min eva xebata xwe di Sovêtîstanê da hazir kir û nika tê çapkirinê. Hîvîdar im, ku ewê paşê bê zêdekirine û tezekirinê.

Ez gelekî razî û memnûnim ji Neşirxana dewletê ya ferhengêd zimanê miletên dereve û yê Sovêtîstanê, ji xebatkarên wê G. M. Grîgorêv û O. V. Golovkînê, yên xebateke mezin kirine û ferhenga min hazir kirine bona çapkirine. Ez wisa jî gelekî razîme ji rêdaktorên çapkirin û neşirkirina ferhengê N. M. Jdanovê, V. V. Samokrûtkînê, ji rêdaktorê cabdar (wezîfedar), doktorê zanîstî yê fîlolojîyê M. N. Bogolyûbov, ji rêdaktorê pêşekî E. Ş. Şamîlov û ji I. A. Smîrnovê aspêranta Instîtûta rohilatnasîyê ya Akadêmîya zanîstîyê ya Sovêtîstanê, yên ku di rêdaktorîyê da arîkarî min kirine. Ez wisa jî memnûn û razi me ji wan hevalan û merivan, yê ku matêrîal dane bona çêkirina ferhengê. û tevkarî xebata wê têxnîkîyê bûne.

Hemû xwestin û fikirên xwe der heq vê ferhengê binivîsin û ser vê adrêsê bişînin: Moskva, Sêntr, Armyanskî pêrêûlok, 2, Înstîtuta rohilatnasîyê Akadêmîya zanîstîyê ya Sovêtîstanê, wisa jî ser vê adrêsê bişînin: Moskva, B-71, Lênînskî prospêkt, 15, Neşirxana dewletê ya ferhengêd zimanê miletêd dereve û yê Sovêtîstanê.

Q. Kurdo




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues